Wezîra derve a ustralyayê: divê bi lez Îran sê hemwelatî ên ustralî serbest berde

Wezîra derve a ustralyayê daxwazê ji Îranê dike bi lez sê hemwelatî ên ustralyayê serberst berdin ewên ku ji alîyê Îranê ve hatîn desteser kirin.

Li gurey raporteke esuşêtid pirês, “Marîz Pîn” wezîra derve a ustralyayê gutîye civata sena a welatê xwe her ji dema desteser kirina du jinên Birîtanî-ustralî û zelamek ustralî ji alîyê Îranê, çendîn caran peywendî bi hevtayê xwe ê îranî kirîye.

Herçende desteser kirina xwedî du pênasan û hemwelatî ên wlatên din li Îranê tişteke nu nîne, lê belê wezîra derve a ustralyayê peywendî a van sê girtîyan bi pevçunên di navbera Îranê û rojava de ret dike.

Kenalê “ABC news” evro roja pênc şemî 12/9/2019 navê du hemwelatî ên desteser kirî ên ustralyayê “Colî Kîng” û “Mark Fîrkîn” dîyar kirîne ku her ji sala 2017an de rêvîngîtî a xwe ji bû welatên bîyanî dest pê kirîye û serburên xwe li van welatan de li turên civakî de parve dikin.

Ev jin û mêre li dema seredana Îranê de hatîne desteser kirin û Îranê tometa wêne girtna ne yasayî bi balefrê daye pal wan.

Herweha “Skat Morîsn”, serok wezîrên ustralyayê daye dîyar kirin ku dewleta federal bi hesasîyeke zêde mijolî dîvçona vê pirsê ye û digel berpirsên fermî peywendîyeke nêzîk heye.

Herweha rojnameya tayimiz a Lendenî jî di raportekê de bas li desteser kirina hemwelatîyeke din a ustralî kirîye. Kesa hatîye desteser kirin jineke ku mamusteya zanîngehê ye û bi 10 salan zîndanî kirinê hatîye mehkum kirin. Herweha di raportê de nehatîye zelal kirin ku ev jine bi ç tumet hatîye desteser kirin lê belê têde dîyar kirîye ku ev jine di zîndana takekesî de hatîye zîndan kirin.

Tê zanîn ku ta niha berpirsên dad ên îranî tu daxuyaniyeke fermî liser girtna van kesan nadaye.

Pustên heman beş