Îsraîl danana amîrên sîxurîyê li derdorên koçka spî ret dike

Binyamîn Netanyahu serok wezîrên Îsraîlê  gutinên belavoka “Poletîko” ret dike ku têda nivîsandîye Îsraîl li pişt danana amîrên sîxurî kirinê daye ewên li derdurî koçka spî û sazîên din ên gring ên Emerîkayê hatîne keşf kirin.

Belavoka Poletîko di raporta xwe de bi vegêran ji zardevê sê mezne berpirsên mezn ên berê ên Emerîka nivîsandîye bi îhtîmaleke herî zêde Îsraîl li pişt danana wan amîrên biçok ên sîxurî kirinê daye ewên ku li derdurî koçka spî hatîne keşf kirin ji alîyê dezgayên ewlehî ên Emerîkayê ve.

Ev belavoke dinvîse: ev amîrên gelek biçok ku di esl de bi navê “Stîng Rî” bernîyasin, xwe weke amîrên belav kirina şepolên peywendî kirina telefona dîyar dikin lê belê di esl de cihê mobaylan û pêzanînên dinava wande eşkere dikin.

Nvîsîngeha Netanyahu Serok wezîrên Îsraîlê li roja pênc şemî di beyan nameyekê de ev îdîaye bi “drew” da zanîn.

Di beyan nameya serok wezîrên Îsraîlê de hatîye: “peymaneke kevn herweha yasayeke destûrî a Îsraîlê heye ku rêgirîyê li dezgehên me ên sîxurî kirinê dikin ji operasîyonên sîxurî kirinê di nava Emerîkayê de.

Pustên heman beş