Mêrkêl: Ewropa dixwaze peymana navokî digel Îranê biparêze

Encîla Mêrkêl roja çar şemî ragihand Ewropa dixwaze peymana navokî a sala 2015an digel Îranê biparêze û wê hewil bide digel Îranê rêyekê ji bo kêm kirina alozîyan peyda bike.

Li gurey Royterzê Encîla Mêrkêl di peyvekê de li parlemenê da gut: “emê hewil bidin pêngav pêngav digel Îranê de rêyekî peyda bikîn ku ji zêde bûna alozîyan li deverê bi hesasîyeke cîhanî kêm bike.”

Ev gotina Mêrkêlê di demekê daye ku dewleta wîlayetên êk girtî ên Emerîka bi serokatiya Donald tramp fişarên ser Îranê zêde kirîne û dibêje wê ev fişare berdewam bin.

Pustên heman beş