Tiramp Sîsî bi dîktatorê favorî nav dike

Derket holê ku li meha bûrî Donald Tiramp ê Serokê Emerîkayê li Firansayê di civîna G7an de, der heqê Ebdulfetah Sîsî ê serokomarê Misrê de gutîye ku “dîktatorê minê favorî.”

Li gor nûçeya rojnameya Wall Sitrêt Cornal ku agahî ji rayedarên Emerîkayê û Misrê hatine Hilden, Tiramp wexta li hêvîya Sîsî disekine bi dengekî blind diqîre û dibêje “dîktatorê minê favorî tu li kuy?”.

Li gor rayedaran, Tiramp bi gutinên xwe ên derheqê Sîsî de henekan dike, lê dîsa jî dibêjin ku piştî van gotna bêdengî çêbûye.

Di nûçeyê de nehat behis kirin ku Sîsî gutinên Tiramp bihîstîne yan nebihîstîne.

Pustên heman beş