Li herêma kurdistanê 2 gerîla hatin berteref kirin

Balefrên cengî ên tirkiyê, şevê din pêgehên parta karkerên kurdistanê PKK li herêma başorê kurdistanê, borduman kirine û 2 gerîla Şehîd ketine.

Arteşa tirkiyê di beyaneke nivîskî de eşkere kiriye, şevê din balefirên cengî ên tirkiyê, di çarçûveya operasîyona pencê de, pêgehên PKK, li herêma kurdistanê borduman kirîne û zirarên canî gihane PKK.

Wezareta parastina neteweyî a tirkiyê eşkere kirîye, di êrîşê de, 2 gerîla hatine berteref kirin û tekez kirîye, operasîyona penc 3 didome.

Li gorî agahîyan, balefirên cengî ên tirkiyê şevê din, dola baleyan li sînorê bajarokê Qesrê a navçeya Çomanê, borduman kirine û ew zirarên PKK li wê derê çêbûne.

Pustên heman beş