Dawid Oxlu dest ji AKP vekişand

Serok wezîrê berê ê tirkiyê û endamê dîyar ê parta dad û geşepêdanê a desthilatdar, dest ji wê partê vekişand û ragihand, ew wê tevgereke din damezrîne.

Ehmed Dawid Oxlu piştî ku tevgerek damezrandî, serkirdatî a AKP dosîya wî jibo navenda displînê veguhastibû jibo ku were dûrxistin, lê belê dest ji wê partî vekşandin.

Di wê derbarê de, Dawid Oxlu herweha her yek ji parleminterên berê ên AKP, Ayhan Sefer Uston, Selcok Ozdax û Ebdulla Başcî, di pirês konferenseke hevpar de, eşkere kirin ku ew wê dest ji AKP vekşin.
Ehmed Dawid Oxlu di wê pirês konferensê de, rexne li AKP girtin û got: AKP ji sîyasetên xwe ên demokrasîyê dûr ketîye, jibo ku AKP li ser rêya rast bimîne wan gelek tekoşîn kir, lê belê tu encam ji wê tekoşîna wan derneket.

Herweha eşkere kir, ew bi rêya tevgereke nû, wê xizmeta gelê tirkiyê bikin û banga sîyasetvan û gelê tirkiyê kir tevlî tevgera nû bibin.

Pustên heman beş