Tiramp: Hemze Bin Ladin dinavbera Pakistan û Efxanîstanê de hat koştin

Donald Tiramp Serokê wîlayetên êk girtî ên Emerîka îro roja şemî 14/9/2019, xebera kuştina Hemze Bin Ladin korê usame BinLadin Serokê berê ê Elqa’îde pişt rast kir.

Tiramp di beyanekî de ku li koçka sipî de hat weşandin gut: Hemze Bin Ladin êk ji serkirdên dîyar ên Elqa’îde, korê usame binLadin ê damezrîner û Serokê berê ê Elqa’îde di operasîyoneke dije terorê de dinavbera Pakistan û Efxanîstanê de hat kuştin.

Herweha Serokê Emerîka ragihand: kuştina Hemze Bin Ladin ne bi tenê wî Elqa’îde ji hebûna endamek xwe ê gring bê par biket belku wê Elqa’îde ji encamdana çalakiyên gring jî lawaz biket.

Tiramp ragihand: Hemze Bin Ladin berpirsê bername danînê û hevkarî kirina digel gropên terorîstî bû.

Tê zanîn ku berîya niha hinek çavkanîyên ewlehî ên Emerîka nûçê kuştina Hemze Bin Ladin ragihand bû.

Çavkanîyên Emerîkayê ragihand bû ku di havîna îsal de Hemze Bin Ladin di êrîşeke firokan de dinavbera Pakistan û Efxanîstanê de hatî ye koştin.

Wîlayetên êk girtî berî daxweyanîya Donald Tiramp hîç cure ragihandinek fermî sebaret kuştina Hemze Bin Ladin neda bû.

Pustên heman beş