Fermandarekê pasdarên komara îslamî a Îranê, eşkere kir ku welatê wî amadekarî ên cengeka herî berifreh li navçeyê kirine.
Emîrê Elî Hacîzade, fermandarê hêzên asîmanî ên pasdarên Îranê dibêje: li wexta ku hêzên wan balefireke bê pîlot a Emerîkayê li tengava hurmizê xistî, derfetek jibo dest pê kirina cengê hebû, ji wî demê wan hemû amadekarî wergirtne.
Hacîzade her weha eşkre kir, hemû pêgehên leşkirî ên Emerîkayê di sînorê amancên moşekên Îranê de ne.
Fermandarê pasdaran îdîaya wê yekê dike ku piştî bûyera xistina balefire, wan arasteya moşekên xwe dane pêgehên Emerîkayê ên li Qeterê û Zefîre li Îmaratê û her wiha Edenê.
Her weha dibêje: moşekên Îranê karîna derbas kirina 2 hizar kîlometran hene, tevî ku ew şer naxwazin, lê belê wan amadekarî jî kirine.