Hêzên ewlehî ya Iraqê, îro desteser kirina şaneke terorîstî eşkere kir ku nîyaza wan hebû, kiriyarên terorîstî di merasîma dahatî a îmamê Hisên de bikin.
Şaneya medya cengî a wezareta karên hundir a Iraqê, îro di beyaneke nivîskî de eşkere kir, hêzên wan li rojên bûrî, şaneyeke terorîstî li Samerayê desteser kir ku nîyaza wê hebû, kiriyarên terorîstî di merasîma çileya îmamê Hisên a dahatî de encam bidin.
Her wiha xweya kir, Şaneya ku hatî eşkere kirin, ji 6 kesan pêk tê û jinek jî digel de bûye ku hevjînê wê terorîstekê Sûryayê ye.
Salane bi milyonan kesên şî’e mezheb ji nava Iraqê û derve qesta Kerbelayê dikin jibo ku beşdarî merasîma çileya îmamê Hisên bibin.