Ebdulmehdî bi Pompêyo re axivî

Serok wezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi telefonê bi wezîrê karên derve ê Emerîkayê Maîyk Pompêyo re axivî.

Li gorî daxuyaniya nivîskî a ofîsa çapemenî a serok wezîrê Iraqê, Ebdulmehdî û wezîrê karên derve ê Emerîkayê Pompêyo li ser telefonê axvîn, di daxuyaniyê de cih nedan hûrgilyên axaftina herdu aliyan.

Li Iraqê li ser wê mijarê nîqaş dihatin kirin ku rayedarên Emerîkayê ev demeke bi Ebdulmehdî re na axvin.

 herweha ew yek dihat pêşbînî kirin ku serok wezîrê Iraqê wê serdana Emerîkayê bike, lê belê ev serdan hîna niha çênebûye.

Pustên heman beş