Tiramp: ji bo êrîşeke muhtemel amade ne

Serokê Emerîkayê îro peyameke herî dijwar ragihand û got: “em dizanin kê êrîşa ser şirketa Aramko kirîye, em bi kiryar beledin û sedemên me hene, li gor teyîdê me berê xwe daye hedefê û çekên me dagirtî ne, lê belê em li benda berisva Erebistana s’ûdî ne ku kiryarê ji me ra bibêje”.

Serokê Emerîkayê Donald Tiramp, li ser lêxistna şirketa niştîmanî a petrola Sûdîyê Aramko yê got: “agahî ên wan hene kê êrîş kirine û peyama me ji bo wan ewe ku em ji bo êrîşeke muhtemel amade ne”.
Tiramp ev gotinên xwe bi rêya ekawinta xwe a tora civakî Tuwîterê belav kirine û tekez kir ku ew li benda berisva Rîyadê ne daku heriketê bikin.

Duh di serê sibê de, balefirên bê pîlot êrîşî 2 westgehên şirketa neteweyî a petrola Erebistana s’ûdîyê kirine ku bi sedema wê êrîşê şewat derket, Hûsîyan bi daxuyaniya nivîskî gotin ku wan êrîş li ser Aramko yê kirine.

Pustên heman beş