Hilbijartin li Îsraîlê hatin pêkanîn, parta desthilatdar a Netenyahoy şikestin xwar û ne karî serketinê bi dest bxe.
Parta Lîkod bi seroktîya Binyamîn Netanyahu, rêjeyeke mezn a dengên xwe li vê hilbijartinê ji dest dane, li gor encamên berahî, Lîkod wê 32 kursî ên parlemenê bi dest bxe, ev qas ne hineke ku bikare hikûmetê ava bike.
Li himber encama Lîkod, parta bi navê şîn û sipî ku bînî Gantêz seroktîya wê dike, wê 33 kursî ên parlemenê bi dest bxe.
Her wiha tevgera Erebên Îsraîlê wê pitrî 10 kursî ên parlemenê bi dest bxe, li demekê parta Evîgdor Lîbermenî 10 kursî bi dest xistine.
Digel eşkere bûna encamên berahî a partên Îsraîlê, niha muzakere ya ava kirina hevpeymanî ên pêkanîna hikûmetê dikin, lê Netanyahu tiris ji beşdarî a Ereban di hikûmetê de heye.