S’ûdî wê tevlî hevpeymanî a Emerîkayê bibe

S'ûdî wê tevlî hevpeymanî a Emerîkayê bibe

Tekoşîna Erebistana s’ûdîyê jibo eşkere kirina êrîşkerên li ser fabirqeyên şirketa Aramko di dome, îro jî xweya kir, li wexteka herî zû sûcdar wê werin eşkere kirin.

Wezareta berevanî a Erebistana s’ûdîyê, îro roj çar şemî di beyaneke nivîskî de eşkere kir, wan êrîşkerên ser şirketa Netewî a petrola xwe aramko nas kirine, li wexteka herî zû wê jibo tev cîhanê bidin nasandin.

Wezareta berevanî her wiha di mijareke din de, hevpeymanî a Emerîka ji bo asayîşa kendavê û hereketa bazirganî anî ziman û eşkere kir, Rîyaz wê tevlî wê hevpeymanî yê bibe.

Li roja çar şema bûrî, balefirên bê pîlot, êrîşî şirketa aramko kirin, s’ûdî û Emerîka Îran sûcdar kirine û serokê Emerîkayê ragihand ku ew li benda lêkolînan s’ûdîyê ne, ji bo ku berisva wê êrîşê were dayîn.

Pustên heman beş