Erdogan ronahî jibo heriketê li rojhelata Firatê da

Erdogan ronahî jibo heriketê li rojhelata Firatê da

Serok komarê tirkiyê îro ragihand, jibo herêma ewlehîyê heta 2 hefteyan encam dernekeve, tirkiyê wê tekalî hereketê bike.

Receb Teyîb Erdogan îro li navenda çand û kongreya gel di civînekê de eşkere kir, wan destûra 2 hefteyan daye Emerîkayê û heta wê demê encama herêma ewlehîyê a li bakûrê sûryê ne derkeve holê, ewê tekalî hereketê bikin û planên xwe bxe di meydana piraktîk de.

Erdogan destnîşan kir geşedanên ku di mehên pêş da biqewmin wê nîşan bidin ku qeyrana sûryê wê bi maqûlî çareser bibe yan jî wê tevlihevtir bibe.

Erdogan dîyar kir li Rojhilatê Firatê bi ava kirina ewlehîyê li gor sînorên herêma ewlehîyê di Karin 2 heya 3 milyonên penaberên sûrî ku li welatê me û li Ewropayê dijîn bi cî bikin.

Serokomar Erdogan dest nîşan kir ji welatên Ewropayê him ji bona Îdlibê û him jî di mijara rojhelata Firatê de piştgiryeke mezn dixwazin û got ku êdî qîmeta gotnê tuneye.

Erdogan dîyar kir 3 milyon û 600 hezar penaber li welatê me wek mêvan dimînin û wiha axvî: “li dinyayê mînakeke din tuneye, divê rojava jî mîna me bike, heger li Îdlibê demildest aramî çênebe em bi eşkereyî dibêjin ku em ne karin barê 4 milyon însanên ku li vê herêmê dijîn hilgrin.”

Pustên heman beş