Xamineyî: bi Emerîkayê re di tu astê de hevdîtin wê neyê kirin

Xamineyî: bi Emerîkayê re di tu astê de hevdîtin wê neyê kirin

Rêberê olî ê Îranê, ayatollah Elî Xamineyî dîyar kir ku ewê bi Emerîkayê re di tu astê de hevdîtnê nekin.

Li gorî ajansa fermî a nûçeyan a Îranê , Xamineyî li Tehrana paytext axvî û wiha got: “ji Serokomar bigre heya wezîrê karên derve, tu hevdîtinên du alî an jî ên pir alî wê li gel Emerîkayê nekin”.

Xamineyî herwiha got: heger rêveberiya Tehranê li ser mêza gotubêjan rûnê, ev yek dê were wê wateyê ku Tehranê li himberî fişarên rêveberiya Waşintonê çok tewand û lewma jî ewê li ser mêza gotubêjan rûnenin.

Xamineyî wiha axvî: “eger Emerîka ji gotna xwe paşde çû, tobe bike û vegere ser peymana navokî ku wê bin pê kiriye, wê demê dikare li gel welatên din ên di peymanê de vegere hevdîtinan”.

Li dawî ya gotna xwe jî tekez kir ku hîna wê demê jî, ne li Nîyoyorkê ne jî li cîyekî din, di navbera rayedarên îranî û Emerîkayê de, tu hevdîtin wê çênebin.

Pustên heman beş