Tiramp cezayên ser Îranê tund kirin

Tiramp cezayên ser Îranê tund kirin

Serokê Emerîkayê, îro ferman li hikûmeta xwe kir, cezayên ser komara îslamî a Îranê, werin tund kirin.

Donald tramp îro roja çarşemî, ferman li wezareta xezinedarî a Emerîkayê kir ku cezayên ser Îranê li asteke herî berifreh were tund kirin.

Serokê Emerîkayê, ew ferman derxist û tu hûrgilyeke din di derbara wê de, eşkere ne kirin ku tund kirina cezayan wê çi sekterê Îranê li xwe bigre.

Fermana zêde kirina cezayan li ser Îranê ku îro serokê Emerîkayê derxistye, piştî êrîşa ser şirketa netewî a petrola s’ûdîyê tê ku tramp Îranê pê sûcdar dike.

Pustên heman beş