Li Efxanistanê, di êrîşeke asîmanî a Emerîkayê de, ji 30 kesan zêdetir, hemwelatî yên sivîl hatine kuştin.
Hat ragihandin li wîlayeta Nangarharê a li rojhelata Efxanistanê, ji ber êrîşa balefira bê pîlot ên arteşa Emerîkayê ku di bin banê Natoyê de li welatê Efxanistanê wezîfedarn, 30an zêdetir hemwelatî yên sivîl hatin kuştin.
Suhrab Qadrî ê wekîlê şûraya herêma Nangarharê daxuyanî da û dest nîşan kir, li herêma Açîna a navçeya Nangarharê, ji ber êrîşa balefira bê pîlot, yekîneyên Emerîkayê ji 30an zêdetir sivîl hatin kuştin.
Yekîneyên Emerîkayê di derbara wê êrîşê de, daxuyanî nedane.