Firensa 7 bisporan ji bo lêkolîn kirin di derbara êrîşa li ser şirketa Aramko rewaney s’ûdîyê dike

Firensa 7 bisporan ji bo lêkolîn kirin di derbara êrîşa li ser şirketa Aramko rewaney s'ûdîyê dike

Berdevkê arteşa Firansayê îro roja pêncişemî 19 sebtembera 2019an ragihand Parîs 7 bisporên serbazî rewaney paşatî a Erebistana s’ûdî kirîne, taku di lêkolînên derheqa êrîşa şemî a borî de ewa ku hatiye kirin bû ser sazî ên nefta Aramko li s’ûdîyê beşdar bibin.

Ligorey daxuyaniya Berdevkê arteşa Firansayê ev 7 bispore wê di bîyavê maddeyên teqemenî de, arasta roketan û sîstema rokekêtên dije balefiran de bisporî heye.

Pêş niha Can Yo Lodiryan wezîrê bergirya Firansayê amaje bi s’ûdîyê dayî bû. Herwiha Emanuel Macaron serok komarê Firansayê roja çarşemî ragihand bû Firensa wê hinek bisporan jibo beşdarî kirin di lêkolînên derheqa êrîşa ser Aramkoyê rewaney rîyazê bike.

Emanuel Macaron bi dijwarî êrîşa li ser Aramkoyê pirotesto kir.

Wî di gotubêjekê de bi rêya telefonê digel şazade Mihemed Bin Selman şazadê cênişîn ê s’ûdîyê, dopat kir wê Firensa hinek bisporan rewaney Erebistanê bike taku alîkar bin derheqa lêkolînên derbara wê êrîşê de dihên encam dan taku encamderên vê êrîşê bihên aşkera kirin.

Ji alîyekê din Antonyo Gotîrêz sekerterê giştî ê netewên yek bûyî roja çarşemî hevdem digel pirotesto kirina êrîşa liser aramko ragihand wê bisporên navdewletî jibo encamdana vekolînan lser êrîşa bi rêya balefrên bê pîlot a lser sazyên neftî ên şirketa aramko rewaney s’ûdyê bkin.

Pustên heman beş