Netanyahu li efû kirinê digere

Netanyahu li efû kirinê digere

Netanyahu li rêyekê digere ku ligel efû kirinê dev ji sîyasetê berde, ev yek jî piştî ku encamên hilbijartinan hatîn eşkere kirin.

Hat ragihandin ku Binyamîn Netanyahu ê serok wezîrê Îsraîlê, heke di melefa gendelyê de sûcdar were dîtin, ewê bixwaze dev ji sîyasetê berde jibo ku were efû kirinê.

Li gor xebera kenala 13 a Îsraîlê, dema çendîn mehane, Netanyahu lêkolînê dike ku ji serokomarê Îsraîlê re Wiven Rîvlîn efûyê bixwaze û ji bo efûyê jî, ewê dev ji sîyasetê berde.

Tê gotin ku Netanyahu ji bo vê herî kêm bi kesekî re axvî û wî kesî jî jêre got ku bawer nake ku Rîvlîn vê teklîfê qebûl bike.

Weke di xebera kenala Îsraîlê de hatî gotin ku serdozgerê Îsraîlê jiber ku ev daxwaza Netanyahu li dijî qanûnane ewê vê teklîfê red bike.

Hat îdîa kirin dibe ku Sac Herzog ê serokê mixalefeta sereke a berê, di navbera Netanyahu û Rîvlîn de navbeyinkaryê bike, lê belê Sac her di zû de ev xebera direwand.

Serok wezîrê Îsraîlê niha bi sûçeke gendelyê sûçdare, polîsan lekolîn digel de kirine.

Li hefteya derbas bûy, hilbijartin li Îsraîlê hatin kirin, lê belê parta Lîkod ku Netenyahoy seroktîya wê dike û niha di desthelatê de ye, nikarî deng û kursîyên pêwîst jibo avakirina kabîneya hikûmetê bi dest bxe.

Niha domandina dosya Netenyahoy a gendelyê car din derketye holê, bi sedema wê yekê jî, ew di fikre ku dev ji sîyasetê berde, li beranber efû kirinê.

Lîsta sûçên ku bi Netenyahoy re hatine kirin her yek ji sûçên bertîl wergirtinê, sexte û îxaneta baweryê pêk tên, dozgerya giştî a Îsraîlê ew sûç pêre dayîne, melefên lekolîna Netanyahu jî li nav Îsraîlê bi melefên 1000, 2000, 3000 û 4000 tên nas kirin.

Pustên heman beş