Îran wê s’ûdîyê bişewtîne

Îran wê s’ûdîyê bişewtîne

Emîndarê giştî ê Hezbollah a Libnanî dibêje, ger cenga li nêvbera komara îslamî a Îranê û Erebistana s’ûdîyê de derkeve holê, Îran wê s’ûdîyê bişewtîne.

Hesen Nesrullah ku di tevî derketinên xwe ên medyayî de, zimanekê zivir û tund bikartîne, di derketina xwe a dawîyê jî de, hişyarî ji her cengeke muhtemel li navçeyê da û dibêje: ger komara îslamî a Îranê û Erebistana s’ûdîyê li hev xistin, Îran wê s’ûdîyê bişewtîne, ev yek rastîyeke nayê veşartin.

Nesrullah herwiha eşkere kir, li şûna Rîyaz fikrê li cenga li gel tehranê bike û sîstemên berevanî a asîmanî bikire, baştire ew nîqaşê bi Îmarata Erebî re bike ji bo ku cenga li dijî Yemenê bi dawî bîne.

 bi nerîna Nesrullah, kirîna sîstemên berevanî a asîmanî ên nû, Erebistana s’ûdîyê na parêze, taybet parastina wê ji balefirên bê pîlot dê tune be, weke wan bê pîlotên li 14 Îlona îsal êrîşî şirketa petrola neteweî a s’ûdîyê Aramkoyê kirîn.

Nesrullah gotnên xwe domandin, pitir hişyar yê dide Erebistana s’ûdîyê û dibêje: mala we ji şûşe ye, abûra we şûşe ye, weke hewe bajarên Îmaratê jî şûşe ne, ger we ceng dest pê kir, hûnê bişewtin û qet nikarin fikrê li wê zirarê bikin ku wê bi dewletên we bikeve.

Nesrullah behsa êrîşa ser şirketa aramko kir û bi nimûne jibo Rîyazê anî ziman dema ku dibêje: êrîşeke biçok a ku 2 balefirên bê pîlot krî, asta hinartina nefta we bi qasî 50% de tune kir, lewma cengeka mezn wê şewatê li ser serê we bibarîne.

Emîndarê giştî ê Hezbollah a Libnanî li dawî a gotna xwe car din hişyarî dide Rîyaz û Îmaratê û bi wan re dibêje: li şûna hûn sîstemên berevanî a asîmanî bi diravê herî mezn bikirin ku emna asîmanê xwe pê biparêzin, baştire hûn gava yekemîn, şerê li dijî Yemenê rawestînin.

Pustên heman beş