Zerîf dibêje şerê bi Emerîkayê re dest pê nakin

Zerîf dibêje şerê bi Emerîkayê re dest pê nakin

Wezîrê karên derve ê Îranê Mihemed Cewad Zerîf der heqê aloziya di navbera Emerîka û welatê wî de wiha got, “gelo em dikarin ji şer dûr bisekinin, ez ne yeqînim, lê belê yê ku şer bide dest pê kirin, emê nebin û ewil kê bide dest pê kirin ê ku dawyê jî lê bîne wê ne ew be.”

Zerîf ku ji têlevîzyoneke Emerîkayê re axvî, diyar kir ku Îran ne li pişt êrîşa dijî fabirqeyên petrola Erebistana s’ûdî Aramko ye û ger lêprisîneke serbixwe bimeşe jî, wê bigihîje heman encamê.

Zerîf got ku Îran ji aliyê neteweyên yekbûîy ku ji bo lêprisînê şand jibo Erebistana s’ûdî şandine, nehat haydar kirin û wiha îdîa kir, “ger lêprisîneke serbixwe bide meşandin, wê bigihîje wê encamê û wê bibîne ku Îran ji êrîşan berpirsyar nîne.”

Zerîf got ku ji serokê Emerîkayê Donald Tiramp re derewan dikin da ku wî bikşînin nava şer û lewma jî pêwîstiya Emerîkayê bi şêwirmendên ewlekariya neteweyî ên wiha heye ku bikarin rastî û derewan ji hev dû cuda bikin.

Zerîf herwiha ji bo pirsa gelo Emerîka û Îran dikarin ji şer dûr bisekinin jî wiha got, “gelo em dikarin ji şer dûr bisekinin, ez ne yeqînim, lê belê ê ku şer bide dest pê kirin, emê nebin û ewil kê bide dest pê kirinê ku dawyê jî lê bîne dê ne ew be.”

Pustên heman beş