Êrîşên rijêma Esed ên dijî Idlibê di domin

Êrîşên rijêma Esed ên dijî Idlibê di domin

Di êrîşên rijêma Beşar Esed ên bi topxane, roket û hawinan ên dijî wargehên sivîlên li navçeya 40 û çiyayên li başûrê Idliba li rojava bakûrê sûryê de sivîlek hat kuştin, 3 sivîl jî birîndar bûn.

Hêzên rijêmê duh nîvê şevê bi topxane, hawin û roketan ve, êrîşî gundên başûrê Idlibê kirin, li gor agahîya ku ji çavkanî ên parastina sivîlan hat wergirtin, sivîlek hat kuştin û 3 sivîl jî birîndar bûn.

Di êrîşên asîmanî û bejayî ên rijêma Esed û hevalbendê wî Rûsyayê ên dijî herêma kêm kirina şer Idlibê de ji serê mehê zêdetir ji 20 kesên sivîl hatin kuştin.

Ji rêkeftina ku di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de li Îlona 2018an de hat îmza kirin, li herêma kêm kirina şer Idlibê di êrîşên rijêm û Rûsyayê de ji 1300î zêdetir sivîl hatin kuştin.

Hejmara kesên ku ji ber êrîşan koç berî ciyên aramtir û nexasm navçeyên nêzî sînorê Tirkiyê kirin jî gihîşt milyonek û 42 hezaran.

Pustên heman beş