Komîteya destûra Sûriyê hat çêkirin û di hefteyên pêş de komîte wê li Cinêvê bicive.
Sekerterê giştî ê netewên yekbûîy Antono Guteres diyar kir, komîteya destûra Sûriyê, anku komîta yasaya bingehîn a Sûriyê hat avakirin û di hefteyên pêş da komîte wê li Cinêvê bicive.
Goteres avakirina komîteya destûra sûryê ragihand ku ev yek li wextekê ye, bi salane çaverêya wê hengavê tê kirin, ji bo ku ew yek ji bingehên sereke ên pêvajoya aştiyê li sûryê tê hejmartin.
Goteres jibo rojnamevanan wiha axvî: rêxistina netewên yek bûy li Cinêvê wê dest bi kar bibe, di hefteyên pêş de komîteya destûr wê bicive, jibo ku dest bi hengavên piraktîk ên çareseriya rewşa aloz were kirin.
sekerterê neteweyên yek bûy dibêje: amanca sereke a rêkxistina netewên yek bûy bi dawî înana cenga Sûriyê ye û her wiha çareseriyeke siyasî bihê dîtin û pêvajo dest pê bike.