Welatên Firensa, Almanya û her wiha Berîtanya, Komara Îslamî a Îranê, bi êrîşa ser şirketa Aramko a s’ûdîyê sûcdar kirine, wan got: eşkereye Îran ji êrîşê berpirsyare.
Engêla merkil şêwermenda Almanya yê, Emanuel Makron serokê Firansayê, her wiha Borîs Conson ê ser wezîrê Berîtanya, di çarçûveya civîna netewên yek bûy a gera 74an de li Nîyoyorkê, beyaneke hevpar weşand û têde bi eşkere Îran bi êrîşa ser şirketa neteweî a petrola Erebistana s’ûdîyê ku bi Aramko tê naskirin, sûcdar kirine.
Di beyanê de bi tund tirîn awe, êrîşa ser şirketa Aramkoyê hat şermezar kirin ku li 14 Îlona îsal hatbû pêkanîn û piştgirî jibo Erebistana s’ûdîyê hat tekez kirin.
Welatên ku beyan weşandine gotine: “eşkereye Îran li pişt êrîşê ye, zelalîyeke din tuneye, emê jibo lêkolînan û bi dest xistna horgilî yên pitir piştevan bin”.
Almanya, Firensa û Berîtanya ku di giropa 5+1an dene û lihevhatina navokî li sala 2015an digel Îranê de îmza kirine, di beyana xwe a şermezar kirina Îranê de, behsa xetera derketina cengê li navçeyê kirine, hemwext wan eşkere kir ku pabend bûna wan bi lihevhatina navokî yê heye û xwestin mercên wê werin bicî kirin.
Li dawî ya beyanê hersê wilatan banga Îranê jibo diyalogê û xwedûrxistinê ji zêde kirina aloziyê li navçeyê kirine.