Gera bejayî a duyemîn li rojhilata Firatê

Gera bejayî a duyemîn li rojhilata Firatê

Yekeyên arteşên Tirkiyê û emerîkayê, îro gera bejayî a duyemîn li rojhelata Firatê pêkanîn, weke amadekarî jibo dirist kirina herêma ewlehîyê.

Îro roja sêşemî arteşên Tirkiyê û emerîkayê ji ber xebatên ji bona ava kirina herêma ewlehîyê li rojhilata Firatê, gera hevbeş a bejayî a duyemîn kir, ev ger jî li gor lihevhatina Enqerê û Waşintonê ne.

Hêzên arteşa Tirkiyê ku ji 4 erebeyan pêk dihat û 15 kîlometran li rojhilatê Akçakale a navçeya Urfayê bû, ji bona gera hevbeş ji sînor derbas bû û çûn cem hêzên arteşa emerîkayê.

Leşkirên Tirkiyê û emerîkayê li dorbera Girê Spî wê li bejayê derkevin teqîbatê.

Gelek nûçegihan û rojnamevanan li ser sînor geşedanan teqîb dikin.

Leşkirên Tirkiyê û emerîkayê berê carekê li bejayê derket bûn gera hevbeş û 6 caran jî bi balefiran derket bûn teqîbatê.

Li rojhilatê Firatê di 8ê Îlonê de li bejayê gera hevbeş a yekemîn hatbû pêkanîn û 3 saetan dewam kirbû.

Pustên heman beş