Antonîo Guterres: “Li Kendavê îhtimala şerekî heye”

Antonîo Guterres:"Li Kendavê îhtimala şerekî heye"

Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ragihand, Li Kendavê em bi îhtimala şerekî çekdar ra rû bi rû ne ku em nikarin ji binê encamên wê derkevin.

Guterres di vekirina axaftinên li Lijneya Giştî ya 74emîn ya NYê de ji 193 dewletan xitabî serokên hikûmet û serokê dewletan kir.

Antonîo Guterres der barê aloziya di navbera Îran û Emerîkayê de wiha got: “Li Kendavê em bi îhtimala şerekî çekdar ra rû bi rû ne ku em nikarin ji bin encamên wê derkevin. Êrîşa dijî tesîsên neftê yên Erebistana Siûdî nayê qebûlkirin. Divê em ji bîr nekin hesabekî xelet yê biçûk dibe sedema qeyranên mezin û lo majî ji bona eqlêselîm û îtidalê çi ji destê me were divê em bikin”.

Guterresê Sekreterê Giştî yê NYê ji bona şerê ticaretê yê Emerîka û Çînê jî wiha peyivî: “Ji şikestineke mezin ditirsim, dinya dibe du beş. Du aboriyên mezin yên dinyayê bi pereyê xwe yê neteweyî, rêgezên xwe yên fînans û ticaretê, înternetên xwe, hişên xwe yên çêkirî û stratejiyên xwe yên jeopolîtîk û eskerî yên qet feydeyê nadin du dinyayên dijber ava dikin”.

Pustên heman beş