F16Ên Tirkiyê asîmanê Sûriyê bezandin

F16Ên Tirkiyê asîmanê Sûriyê bezandin

Du balefirên cengî ên arteşa Tirkiyê ji curê F16, îro roja sêşemî asîmanê wilatê Sûriyê bezandin.

Wezareta parastina neteweî a Tirkiyê di beyaneke nivîskî de eşkere kir, di çarçûveya operasîyoneke pêdagîriyê a normal de, îro roja sêşemî du balefirên wan ên cengî ji curê F16 derbazî asîmanê wilatê sûryê bûn û ji sat 14:00 ta sat 16:00 firîn li asîmanê sûryê de kirine.

Wezareta parastina neteweî a Tirkiyê li ser ekawinta xwe a twitterê belav kiriye, balefirên wan îro li asîmanê Sûriyê li hindavî herêma ewlehîyê ku wê were dirist kirin, ew firîn kirine.

Pustên heman beş