Referandûm û salvegera duyemîn a biryara dîrokî

Referandûm û salvegera duyemîn a biryara dîrokî

Îro 25 Îlonê ye ku 2 sal bi ser biryara dîrokî a gelê kurdistanê de derbas dibin, wexta ku li 25 Îlona sala 2017an de, gelê başûrê kurdistanê, bi cudatiyên xwe ên neteweî, olî û siyasî dengê xwe krî, di wê rojê de, wan serxwebûn xwast, tev cîhanê ev gaziye bihîst.

Referandûma serixwebûna kurdistanê ku li 25 Îlona sala 2017an de hat kirin, îro 2 sal bi ser de derbas dibin, 25 Îlonê niha weke westgeheke geş û herî ruhin di dîroka rizgarîxwazî a gelê kurdistanê de tê naskirin, sedema wê yekê jibo helwesta yekgirtî a gelê kurde, bi tevî cudatî û ol û netewe ên xwe ve.

“referandûma serixwebûna kurdistanî, referandûma diyar kirina mafê çarenvîsê gelê kurd, referandûma cuda bûna ji Iraqê”, weke nav li wê bûyera dîrokî hatin kirin, Mes’ûd barzanî serokê parta demokrat a kurdistanê serkêşiya karwanê referandûmê kir li wê demê ew serokê herêma başûrê kurdistanê bû.

 Barzanî piştî çendîn civînên li gel aliyên siyasî ên kurdistanî û pêkanîna komîte û encûmena referandûmê biryar dan, mafê çarenvîsî bibe kiryar û divê gel gotna xwe bike.

Siyaseta hikûmeta federal a Iraqê a wê demê ku Heyder Ebadî seroktiya wê dikir, sedema sereke û herî diyar a referandûmê bû, her wek serokê parta demokrat a kurdistanê eşkere krî ku Bexda naxwazît kurd û Ereb weke bra di yek wilatî de jiyanê bikin, Bexda tevî maf û hiqoqên gelê kurd bin pê kirine, parê wan qot kirine, siyaseta pişt guh xistinê peyrew dike, li himberî vê Kurdistan çi j Bexdayê dixwaze.

Barzanî wiha axvî bû: emê bi rayedarên hikûmeta federal re nîqaşê dikin ku destûra Iraqê bingeha çareseriya pirisgirêkên herêma kurdistanê û Iraqê be, lê belê Bexda razî na be, hikûmeta federal bi siyaseta xwe a tekalî, mafên gelê kurd ên ku bi zelalî di destûra Iraqê de hatine rêz kirin, bin pê kirine û wê ev siyaset li himberî herêmê di domand.

referandûm biryara gel bû, wexta ji b dest xistna mafan bi diyaloga li gel Bexdayê bê hêvî may, gel jî li 25 îlona 2017an dengê xwe kir, wan serxwebûn bi çareseriya herî guncayî dît.

Bandora referandûmê li ser pêgeha herêma kurdistanê di qada hundir û a navdewletî de, pir mezn bû, weke serok barzanî dibêje: referandûmê yeqîn çêkir ku gelê kurd hevalekê wî ji bilî çiyayî tuneye, tevî hevpeyman û dostên kurdistanê paşde çûn, wan tiris ji biryara gel hebû, wan fam dikir gelê kurd wê çi bixwaze, wan fam dikir Kurdistan li dûv banga serkirdê xwe wê bi rih û can bazdene ser sindoqên hilbijartinê ji bo ku gotna xwe bibêjn.

Referandûm li 25 Îlonê hat kirin, 92.7% ya gelê başûrê kurdistanê dengê xwe bi belê jibo dewleta kurdistanê û cuda bûna ji Iraqê kir, ev encam praniya her mezn a gel bû.

Wilatên dijberê kurdistanê û herwiha hinek ji wlatên dost û hevpeyman, dest bi danîna dorpêçan li ser herêma başûr kirin, hikûmeta navend a Iraqê her peywendî bi Hewlêrê re qut kir û wan xwast encama referandûmê were reş kirin, were îhmal kirin, lê belê serkirdatiya kurdistanê ji helwesta xwe paş de ne zvirî.

Îro 2 sal bi ser wê bûyera dîrokî a gel derbas dibe, her çend ku encama referandûmê li vê qonaxê weke karteke herî bihêze di dest kurdistanê de ye, lê belê ew rastî selmand ku êdî gelê kurd zêdetir stem û zordariyê qebûl nake.

Referandûmê gel li bin yek amanc û mebestê li hev kom kir, amanca diyar kirina mafê çarenvîsî ew amance bû, ewa ku ji ezel gelê kurd tekoşîna xwe jibo dest pê kirine.

Pustên heman beş