Cak Şîrak serokê berê ê Firansayê wefat kir

Cak Şîrak serokê berê ê Firansayê wefat kir

Serokê berê ê Firansayê Cak Şîrak, îro roja pêncişemî di temena 86an de, li mala xwe li Parîs a paytext wefat kir.

Malbata Cak Şîrak îro di daxuyaniyeke de eşkere kir ku Cak Şîrakê serokê berê ê Firansayê, îro serê sibê di mala xwe de, li navenda bajarê Parîs ê wefat kir ku di nexweşiyê de bû.

Cak Şîrak li salên 1995an ta 2007an weke serokê Firansayê wezîfedarbû, îro wefat kir.

Cak Şîrak navê wî ê rastîn (Cak Rînye Şîrak)e, ew li sala 1932an de li Parîsê ji dayk bûye, ji malbateke kiristîyan a katolîk, bavê wî (Abêl Firaniswa) wezîfedarê hikûmeta Firansayê bû li şirketeke balefiran, lê belê dayka wî (Marî Luyîz) kabanî a malê bû.

Li sala 1956an de zewicîye, navê hevjîna wî (Birnadêt Şîrak)e, weke siyasetvanekê Firansayê xebat û tekuşîna xwe li gel parta yekîtiya jibo tevgera gel kiriye.

Serokê wefat krî, di sala 1965an de li Sayinte – Fereole yê weke endamê encûmena bajêr dest bi siyasetê kir, piştî parlementer yê di sala 1977an de bû şaredarê Parîsê, li sala 1986an de bû ser wezîrê Firansayê û du caran ser wezîrê wilat bû.

Di hilbijartina serokomarî a 1995an de bû serok komarê Firansayê û 12 salan di wê wezîfeyê de maye, piştî derketina wî ji seroktiyê, li sala 2011an de bi sûça gendelyê tê dadgeh kirin û sizayê 2 salên binçav kirinê jibo derket bû, lê belê bicî kirina sizay hatbû ragirtin.

Cak Şîrak serokê berê ê Firansayê wefat kir

Pustên heman beş