Li Stenbolê  28 Erdhejên li pey hev çêbûn

Li Stenbolê  28 Erdhejên li pey hev çêbûn

Erdogan: me xebereke ku dilê bi şewtîne hilnedaye

Erdhejeke bi hêza 5.8 pileyên pîvera rêxterê, îro roja pêncişemî li derya Mermereyê xist, navenda Stenbolê  û parêzgehî yên derdûr hest pê kirine.

Îro Erdhejeke bi hêza 5.8 li gorî pîvera rêxterê li derya Mermereyê xist û tevaya bajarê Stenbolê  û parêzgehî ên derdûra wê hest pê kirine, tirseke mezn li cem xelk çêbû û derketin cadeyan taybet li wan navçeyên ku zêde hejiyane.

Saziya AFADê a Tirkiyê belav kir ku piştî erdheja yekemîn a derya Mermereyê, 28 erdhejên din li pey çêbûn, lê belê erdhejên biçûk bûn û wek ya yekemîn hest pê nehat kirin.

Serok komarê Tirkiyê di derbara erdheja Stenbolê de, daxuyanî da û wiha axvî: “di vê erdhejê de ku mirov dikare weke erdhejeke mezn bihesbîne, me çend xisarên biçûk dayîne, lê belê heya niha me xebereke ku dilê me bi şewtîne hilnedaye”.

Receb Teyîb Erdogan ku piştî gihaye Stenbolê li mala mêvanan a dewletê li balefirgeha Ataturk di derheqa erdhejê de axvî û got: heya niha 28 erdhejên li pey hev ên biçûk çêbûne.

Li erdheja îro a Stenbolê 8 hemwilatî birîndar ketine, lê belê birînên wan ne giranin.

Pustên heman beş