Serokê emerîkayê desthilata rêgrî kirin ji hatina mezne berpirsên Îranê bo wilatê xwe daye dest wezareta derve.
Koçka spî di beyaneke nivîskî de eşkere kir ku Donald Tiramp wezareta derve bi rêya nameyekê serpişk kiriye jibo rêgrî kirinê li hatina mezne berpirsên komara îslamî a îranî bo emerîkayê, taybet berpirs û endamên malbata Hesen Rohanî.
Di beyana koçka spî de hatye: Îran palpiştiya terorê dike û hemwilatî ên Emerîkî bi awayekî ne rewa desteser dike û gefan li hevsoyên xwe dike û êrîşên elîktronî ên wêranker encam dide.
Tiramp di nameyê de got: di çarçûveya wan kiriyarên gefê li aştî û aramiyê diken di navçeya rojhilata navîn û navçeyên din de, biryar hat dayîn mezne berpirsên Îranê nehên emerîkayê.
Herwiha diyar kir ji bo berjewenda vî wilatî û rêgrî kirin û sînordar kirina hatine nava mezne berpirsên Îranê ev biryar hate dayîn.