Antonyo Gotîrêz: koka cîhanê wê bi Etomê biqele

Antonyo Gotîrêz: koka cîhanê wê bi Etomê biqele

Sekreterê giştî ê netewên yekbûîy, hişyariyê ji cengeke herî mezn li navçeyê dide ku bi nerîna wî muhtemele li her wextekê were dest pê kirin, her wiha got: “ger cengê dest pê kir, koka cîhanê wê bi Etomê biqele”.

Antonyo Gotîrêz di peyamekê de ku bi helkefta roja navdewletî a berhingarbûna çeka Etomî weşandîye, daxwaz ji herdu cemserên cîhanê wîlayetên yekgirtî ên emerîkayê û Rûsya federal dike, lihevhatina bi navê “nu start” dirêj bikin, ji bo ku wexteka pitir bi gotubêjên pêşeroja pirsa çavdêrîya çekên Etomî were dayîn.

Waşinton û Mosko yê li hevhatina “nu start” li 8 Nîsana sala 2010an de li Pirag a paytexta Çîkê îmze kirine, li heman salê bicî bûye, wexta wê jî heya sala 2020ane.

Antonyo Gotîrêz dibêje: “her bikaranîneka çeka etomî dê jibo mirovatiyê karesatbar be, heya niha me pêşketineke mezn di sînordar kirina wan çekan de dîtiye, lê belê niha tiris heye ew pêşketine were ragirtin û paşde biçe”.

Her wiha xweya kir, têkilîyên wlatên xwedî çekên etomî bi hevdu niha di asta bê baweryê dene, hevrikî a niha tê kirin, ji bo wê yekê ye çi wilatek wê pitir û zûtir bibe xwedî çekeka Etomî a bihêztir, ev yek jî tirseke herî mezne ku ne dûre koka mirovatî û cîhanê bi sedema wê biqele.

Pustên heman beş