Li Efxanistanê hilbijartinin û Talîban bingehan di teqîne

Li Efxanistanê hilbijartinin û Talîban bingehan di teqîne

Hilbijartina seroktiya Efxanistanê îro dest pê kirine, lê belê tevgera Talîbanê ji serê sibê hedefa xwe li bingehên dengdayînê xistine û di teqîne.

Îro roja şemî hemwexta birêve çûna deng dayîna jibo hilbijartinên seroktiyê li Efxanistanê, teqîn li çar bajarên Ûlat Kabul a paytext, Xezne, Celal Abad û Qendeharê çêbûn , hedefa teqînan bingehên dengdayînê ne.

Hêzên ewlehiyê ên Efxanistanê eşkere kirin, di teqînên her yek ji bajarên Kabulê, Xezne û Celal Abadê de, zirarên canî hene.
Di teqîna Qendeharê a başûrê Efxanistanê de, tenê 3 kes birîndar bûne ku jibo mebesta deng dayînê, qesta wê bingehê kirbûn, hîna niha tu aliyan berpirsyarî a teqînê ne ra kirine, lê belê hêzên ewlehiyê şika wan li tevgera Talîbanê ye.

Îro li sat 7 ser sibê, deryên bingehên deng dayînê li himber gelê Efxan jibo hilbijartina serokeke nû jibo wilat, hatin ve kirin, hêzên ewlehiyê jî 72 hizar polîs û karmendên ewlehiyê jibo silametî a hilbijartinê derxistine cadê.

Hemwexta barê ewlehiyê ê xirab, tirsa gelê efxanê ne tenê ji teqînan heye, bi nerîna wan ev hilbijartin ji saxte kirinê vala nabe, lê belê komisyarê hilbijartinan li Efxanistanê Mihemed Mewlana dibêje: wan hemû pêwîstên teknîk wergirtinê jibo ku tu saxte ne derkevin holê.
Di hilbijartina îro a Efxanistanê de, 9 milyon hemwilatiyan mafê deng dayînê heye, hilbijartin li 34 herêmên Efxanistanê birêve diçe.

Pustên heman beş