Balefrên cengî ên Tirkiyê û emerîkayê, gera hevbeş a asîmanî a 7an li rojhilatê Firatê kir, ev jî di çarçûveya haziriya avakirina herêma ewlehiyê tê kirin.
Roja şemî 28/9/2019 balefirên cengî ên Tirkiyê û emerîkayê di çarçûveya haziriyên avakirina herêma ewlehiyê li bakûrê sûryê navçeya rojhilatê Firatê, gera asîmanî a hevbeş pêkanîn.
Balefrên Tirkiyê û emerîkayê ji komîteya leşkirî a hevbeş a Orfayê ber bi rojhilatê Firatê ketine rê ku 2 balefirên Tirkiyê û 2 balefirên Emerîkayê bûn.
Balefiran li aliyê Sûriyê qederê satekê, piştre vegerîne komîteya hevbeş a leşkirî li Orfayê.
Hêzên arteşa Tirkiyê û hêzên arteşa emerîkayê, berê jî 6 caran bi hev ra derketin gera balefiran û 2 caran jî derket bûn gera bejayê.
Enqerê û Waşintonê lihevhatina avakirina herêma ewlehiyê îmza kirine û navçeya rojhilatê Firatê a bakûrê sûryê jibo wê herêmê dest nîşan kirine, Tirk dixwaze rojhilatê Firatê ji yekîneyên hêzên Sûriya a demokratîk (HSD)ê were vala kirin û bi kûratîya 20 kîlometran paşde biçin.
Serok komarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di bêje: wê pêtrî 2 milyon penaberên sûryê li herêma ewlehiyê bicî bin.
Piştre jî hişyarî da emerîkayê û wha axvî bû: ger emerîka hengavên rijd ji bo avakirna herêma ewlehyê nebe, tirkyê wê tekalî hereketa arteşên xwe li rojhlatê fratê dest pê bke.