Rûsya nihêniyeke Emerîka û rêveberiya xweser eşkere kir

Rûsya nihêniyeke Emerîka û rêveberiya xweser eşkere kir

Lavrov: Enqere xwedî heqe herêma ewlehiyê ava bike

Wezîrê karên derve ê ji Rûsyayê ji bo “herêma ewlehiyê” a li rojhilatê Firatê daxuyanî da û wiha axvî: “Enqere di vê daxwaza xwe de xwedî heqe, lewra ew niha ji ber hêzên ku ji qada di bin kontirola Emerîkayê de ye tên, zehmetiyê dikşînin.”

Wezîrê karên derve ê Rûsya federal Sergey Lavrov, îro berisva pirsên Rojnamegeran da û behsa herêma ewlehiyê a ku biryare li navçeya rojhelata Firatê a bakûrê sûryê ji aliyê Tirkiyê û emerîkayê ve were ava kirin û got: “Enqere di wê daxwaza xwe de xwedî heqe lewra ew niha ji ber hêzên ku ji qada di bin kontirola emerîkayê de ye tên, zehmetiyê dikşînin.”

Lavrov ku ji bo hevdîtinên lijneya giştî ya 74an a neteweyên yekbûîy li Nîyoyorkê bû pirsên Rojnamegeran berisvand.

Lavrov dest nîşan kir li hemberî mijara herêma ewlehiyê ku serdestî û yekîtiya axa Sûriyê eleqedar dike ew “bêdeng namînin” û wiha pê de çû: “em bi herdu welatan re jî hevdîtinan dikin.

Hewl tê dayîn ku beşên rêveberiya xweser bên avakirin

Lavrov an ziman ku Emerîka herêma kurdan di şopîne ji bo ko beşên rêveberiya xweser jî hewl tê dayîn û gavan di avêjin.”

Mjara herêma ewlehyê babeta germ û gur a qada syasî a tirkyê ye, tirkî dixwaze li bakûrê sûryê ava bke û di vê çarçûveyê de jî nîqaşên bi emerîkayê ra di domîne.

Pustên heman beş