Emer koçer bo cara duyemîn zewcî
Zewcîna Emer koçer a duyemîn erdhejek bi pêgeha wî xist
Bangxwazê delal bi xortan re di got ger we dirav jibo zewcînê nebe, rojî û nimêjan bikin
Bangxwazeke herî diyar ê herêma başûrê kurdistanê ku bi Emer ê koçer tê naskirin û navudengiyeke herî mezn li parêzgehîya Dihokê û navçeya Badînan heye, bo cara duyemîn zewcî, lê belê ev zewcîn hinekî şik û goman li ser çêbûne, Darka Mazî hinekî ev babet şopand û zanyarî ên taybet bi dest xistin.
Emer koçer weke bangxwaz û pêşnimêjekê kurd ê nermrê piştî sala 2005an navudengî û nasyariya wî di qada gel de dest pê kir, gotneke rihet, şîret kirin û paşde birina xort û keçikan ji şaşitîyê bi erka xwe ya sereke dizanî, jiber ku ev yek di gotara wî de pirseke herî diyar bû.
Emer koçer weke bangxwaz nikarî dûrî hevirkiya partên başûr bimîne, piştî berniyasî jibo çêbûy, hedef û xewnên wî jî mezin bûn û bi sedema ku wî nikarî weke keseke serbixwe amancên xwe bi dest bxe, tevlî parta yekgirtû a îslamî a kurdistanê bû ku (parteke li ser îslama siyasî tê hesab kirin), her çende rexneyên wî jibo siyaseta partên kurdistanî hebû, lê piştî ku tekoşîna xwe digel parta yekgirtû dest pê kirî, wî hinekî ji asta rexneyên xwe kêm kirin.
Piştre û bi bûrîna hinek salên kêm û bi taybet li sala 2014an, yekgirtû a îslamî bi derfet dibîne ku bangxwazê xwe ê delal jibo hilbijartinên parlemena kurdistanê namzed bike, hedefa yekgirtû ne berz kirina pêgeha zatê Emer koçer bû, lê belê wê deng û pêgeha Emer koçer dixwest, wê fam dikir dengên Emer wê pir bin.
Texmîna yekgirtû rast derket, Emer koçer nêzî 140.000 dengan di d hilbijartinê de bi dest xistin, lê belê di çûna wî a nava parlemenê de, êdî peyama Emer hinekî hat guherîn, hinekî sist û hinek lawaz bû, xortan li wê demê fam dikir ku bangxwazê wan ê favorî ew ji bîr kirine, piştî ku jiyana parlementeriyê tam kirî.
Dengê Emer koçer di parlemenê de tune bû, ew hêvîya xortan weke bangxwaz bi Emer re heyî berevajî derket, ew di fikirîn ger Emer ê wan biçe parlemenê, wê hola parlemenê bi daxwaz kirina mafên gel bi şewtîne, lê belê wan ne şewat temaşe kir ne çirîsk, lewma li wê demê Emer koçer fikir li destberdanê ji karê parlementeriyê kir ji bo ko ava rûyê xwe bi parêze, li wê demê Emer koçer di pirês konferensekê de destê xwe ji parlementeriyê kişand, lê piştre eşkere bû ku tenê wî jibo medyayê ev hengav avêt, wexta ku wî dest ji kar kişandî, wî baş fam dikir ku parlemena başûrê kurdistanê di qeyranê de bû, parlemeneke bê serok nikare wereqeya destberdana wî ji kar bi pejrîne.
Digel bi dawî bûna gera çaremîn a parlemena kurdistanê, Emer koçer weke tev hevalên xwe ên parlementer xelata xanenişînê stand ku diraveke mezn bû bi 40.000 dolarên Emerîkî tê texmîn kirin.
Belê êdî Emer koçer piştî parlemenê, vegerî bangxwaziyê, lê belê ne bangxwazê caran bû, bangxwaz û parlementerê xaneşîn ê xwedî dirav û mûçeyeka pir mezn.
Gotneke gelê başûr heye dibêje: “ger hejar têr be, yan wê jinekê bi revîne yan wê mêrekî bikuje”, Emer koçer ê bangxwaz ne jin reva û ne mêr kuştin, wî çareseryeke din hebû, ew bo cara duyemîn zewcî û beşa sêyemîn li ser wê gotna mezinan zêde kir.
Dadgehên başûr zewcîna duyemîn a Emer koçer nepejirandine
Li rojên bûrî hinek dîmenên foto û vîdyoyên Emer koçer li social medyayê hatin weşandin, ew dîmen ên ahenga zewcîna wî a duyemîn bû, çalakên social medyayê û her wiha xortên başûr ew dîmen li navbera xwe de parve kirin û komênt û layk kirin, hinekî tûrîy û bê baweryê jî li pey xwe anîn.
Darka Mazî yê hinek zanyarî li dûr mijara zewcîna bangxwazê berniyasê başûrê kurdistanî bi dest xistin û eşkere bû, ku Emer koçer zewac digel keçeke biçûk pêk aniye, li vir li gor yasayên herêma başûr, ji bo ku ev zewac şubhet li ser nebe û a yasayî be, razî bûna hevjîna yekemîn a Emer koçer ji bo lazim dike, hevjîna yekemîn ne tenê razî bûna wê tune bû, belku wexta ku bihistî Emer wê bi zewice Emer ji mala xwe derxist.
Jiber ku hevjîna yekemîn a Emer koçer razî bûna wê li ser zewcîna duyemîn tune bû, Emer koçer neçar bû, hevjîna xwe a nû li Dadgehên qezaya Şêxan (dadgehên Şêxanê zewcîna duyemîn û sêyemîn û çaremîn jî li gorî şer’a ola Îslamê û yasayên Iraqa federal di pejrîne), piştre meha xwe a hengivê jî li wilatê xelîfe Erdogan Tirkiyê derbas kir.
Emer koçer bo meha hengivê diçe welatê xelîfe Erdogan
Pirsa ji vê zewcînê ku li social medyayê û li navendên xortan bi berfirehî belav bûy, piranya xortan ev hengava bangxwazî ne ‘ecibandin, hinekan ev gotin kir: “Emer koçer li demekê em şîret di kirin ku kesê dirav jibo zewcînê nebe, baştire jibo wî bi rojî be û nimêjan bike” lê belê wî bi xwe ev yek nekir, diravî wî hebû, zewcîn ji b rojîbûnê hêsantir bû.