Adil Ebdulmehdî: Gelê Kurdistanê xwedî mafê diyarkirina çarenivîsa xwe ye

Adil Abdulmehdi

Serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî, piştî civîna ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştgiriya xwe ji bo mafên neteweyî yên Kurdan anî ziman. Ebdulmehdî herwiha bang li Iraqê kir ku polîtîkaya xwe li gorî peymana nû ya navbera Tehran û Washingtonê sererast bike.

Adil Ebdulmehdî îro Yekşemê (24.05.2026), di daxuyaniyekê de ji bo rojnamevanan, naveroka hevdîtina xwe ya ligel Mesrûr Barzanî û nêrîna xwe ya li ser geşedanên navçeyê parve kir.

Ebdulmehdî piştgirî da mafê Kurdan ê diyarkirina çarenivîsê û got:
“Divê gel bixwe li ser çarenivîsa xwe biryarê bidin. Gelê Herêma Kurdistanê, mîna hemû gelên din ên cîhanê, hevbeşekî resen ê vê navçeyê ye û koka wan di vê xakê de ye. Lewma mafê wan ê tam heye ku li ser paşeroja xwe biryarê bidin.”

Serokwezîrê berê yê Iraqê bal kişand ser peymana nû ya navbera Amerîka û Îranê û destnîşan kir ku divê Iraq di nav vê çarçoveyê de tevbigere û got: “Pêdivî ye Iraq gavên xwe li gorî peymana nû ya navbera Tehran û Washingtonê biavêje û xwe li gorî van guhertinan biguncîne.”

Derbarê rewşa ewlehî û hebûna hêzên biyanî de, Adil Ebdulmehdî helwesteke rexnegir nîşan da û wiha axivî: “Hebûna hêzên biyanî li ser xaka Iraqê ne rast e. Herwiha, êrîşkirina li ser gelên navçeyê karekî nadirust e.”

Ebdulmehdî di berdewamiya axaftina xwe de êrîşên li ser Xezze û Îranê şermezar kirin, lê di heman demê de êrîşên Îranê yên li navçeyê jî wekî “nadirust” pênase kirin û daxwaza çareserkirina alozî û rageşiyan bi rêya diyalogê kir.