Emîn Îsa berî 5 salan di zîndaneke PYDê de bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, qatil bêceza man !!

Emin-Isa-Info

Ciwanê kurd ê bi navê Emîn Îsa berî 5 salan di girtîgeheke di bin kontrola PYDê de hatibû qetilkirin. Di ser qetilkirina Îsa re 5 sal derbas bûn. Qatil hîna li derve ne.

Cenazeyê bavê 2 zarokan Emîn Îsa (35) yê ku di 22yê Gulana 2021an de li bajarê Hesekê yê Rojavayê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê ve hatibû desteserkirin, di 28ê Hezîrana 2021an de radestî malbata wî hatibû kirin.

Wêneyên cenazeyê Îsa yê şewitî û îşkencekirî ji aliyê malbata wî ve hatibûn girtin. Di dîmenan de bi awayekî zelal diyar dibû ku Îsa îşkence ditiye.

Her wiha li ser cenaze şopên îşkenceyê yên ku ji aliyê bijîşk ve hatibûn tespîtkirin hebûn: Li gora vê, diran û hestiyê çeneya Emîn Îsa hatibûn şikandin, her wiha li ser endamê zayendî û li navbera her du ran şopên elektrîkê, li ser mil û pişşewatên kûr, li ser çokan şikestina ji ber lêdanê û di kiloxê serî de hestiyên şikestî hatibûn tespîtkirin.

Piştî ku bûyer di medyayê de deng veda, di nav Kurdan de bû sedema hêrsbûneke mezin û bertekên tund hatin nîşandan.

Piştî ku dewletên wekî DYA û Brîtanyayê destwerdan di mijarê de kirin û bang kirin ku “qatil werin dîtin”, rêveberiya PYDê soz da ku dê bûyerê lêkolîn bike. Ji ber girîngiya bûyerê, fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî serdana malbatê kiribû û soza lêkolînkirina bûyerê dabû wan.

Di ser bûyerê re 5 sal derbas bûn. Tevî vê yekê, rêveberiya Rojavayê sozên ku dabûn malbatê û raya giştî bi cih neanîn. bûyer bi demê re hat jibîrkirin.

Rejîma Esed hilweşiya û saziyên ser bi rejîmê ve hatin belavkirin, rêveberên girtîgehan, leşker û kesên din ên ku tev li komkujiyan bibûn û sûç kiribûn hatin girtin û derxistin dadgehan. Lê rêveberiya Rojavayê hesabê bi dehan Kurdên mûxalîf ên ku di dema wê de kujerên wan nehatin naskirin, weke komkujiya Amûdê û bûyera Emîn Îsa neda.

Niha jî ev saziyên sûçê di bin navê entegrasyonê de radestî rêveberiya Şamê tên kirin. Lê nayê zanîn ka dê kî hesabê sûcên ku li Rojavayê Kurdistanê pêk hatine bide.