Heyveke destkird ewlehiya mobayîla Potîn di parêze

Heyveke destkird ewlehiya mobayîla Potîn di parêze

Serokê Rûsya federal Filademêr Potîn mobayîleke herî êmin bikartîne bi awayekî ku arteşa Rûsyayê Heyveke destkird a leşkirî xistiye di xizmeta parastina peywendiyên serokê xwe de.

Li gor rojnameya Moskofsikî Komsomolîtis a Rûsyayê, Filademêr Potîn, mobayîleke herî taybet û êmin jibo peywendiyên xwe ên dervey koçka seroktiyê bikartîne ku derfeta hak bûna wê tuneye, jiber ku ew mobayîl raste rast bi Heyveke destkird a leşkirî ve hatye girêdan.

Her wiha di de xweya kirin ku derfeteke herî kêm jî, jibo ku sîxurî li ser peywendiyên Potîn ên bi rêya wê mobayîlê tuneye.

Ev mobayîl dema ku Potîn pê diaxve, ew peywendî jibo heyva destkird tê veguhastin, piştre tê kod kirin, ev kod jî li astekî herî berz nihênî ye ku jibo ve kirin û şirove kirina wan, çendîn sal pêwîstin.

Pustên heman beş