Merasîma leşkirî jibo bin ax kirina Cak Şîrak birêve çûn

Merasîma leşkirî jibo bin ax kirina Cak Şîrak birêve çûn

Serok wefat krî ê Firansayê îro merasîmeke leşkirî ji berî bin ax kirinê ji bo hatin danîn, gel jî xatir jê xwast.

Îro roja duşemî 30/9/2019an, merasîmeke leşkirî jibo serokê wefat kirî ê Firansayê Cak Şîrak, li navenda bajarê Parîs a paytext li meydana Lîs a nêzî gora Napilyon Ponapart ê împrator birêve çûn.

Beşa duyemîn a merasîmê wê li Dêreka Parîsê were kirin ku serokên hejmareke wlatên cîhanê wê berhev bin, wek Filademêr Potîn ê serokê Rûsya ya federal.Piştre û li gel bidawî bûna merasîmê, ceseda Cak Şîrak wê were bin ax kirin.

Serokê berê ê Firansayê Cak Şîrak, li roja pêncişemî a bûrî di temena 86an de, li mala xwe li Parîs a paytext wefat kirbû.
Cak Şîrak li salên 1995an ta 2007an serokê Firansayê bû, piştî derketina wî ji seroktiyê, li sala 2011an de bi sûça gendelyê tê dadgeh kirin û sizayê 2 salên binçav kirinê jibo derket bû, lê belê bicî kirina sizay hatbû ragirtin,

Pustên heman beş