Mîrzadê Erebistana s’ûdîyê, behsa pirsgirêka kendavê dike û dibêje: ger cenga li navbera wilatê wî û komara îslamî a Îranê derket, wê cengeke karesatbar be.
Mîrzadê s’ûdîyê Mihemedê korê Selman, di hevdîtineke medyayî de, jibo tora CBS a Emerîkî daxuyanî li ser hinek pirsên girîng dan, weke şerê Îranê û s’ûdîyê, kuştina rojnamevan Cemal Xaşeqçî, şerê li dijî yekîneyên Hosîyan û her wiha êrîşa li ser şirketa Aramkoyê.
Mîrzade Mihemed di derbara şerê li gel komara îslamî a Îranê wiha axvî: her cengeke li navbera s’ûdîyê û Îranê derkeve holê, wê cengeke karesat bar be, bi awayekî wê abûra cîhanê jinav bibe, lewma Rîyaz çareseryeke aştiyane jibo pirsgirêka navçeyê û alozî a li gel Îranê dixwaze.
Bi nerîna Mîrzadê s’ûdîyê, ger cenga nexwestî derket holê, nirxa petrolê wê bigehe astekî wiha ku tu carekê negihîştibe wê astê û jiberku 30% a henardeyên petrola cîhanê di navçeyê re derbasî bazaran dibe, her wiha 20% a kurîdorên bazirganiya cîhanî li navçeyê ne, zirara cenga s’ûdî û Îranê wê bi abûra tev cîhanê bikeve.
Di mijara Îranê de, Mîrzadê s’ûdîyê dibêje: ger wlatên cîhanê rêyekê jibo bersîngirtina hewlên xirab ên Îranê nebînin, wê alozî ên navçeyê û Rojhilata navîn bi awayekî mezn berifreh bin.
Di derbara êrîşa ser şirketa Aramkoyê jî, Mihemed korê Selman ê Mîrzadê s’ûdîyê eşkere kir ku Îranê bi wê êrîşê, ehmeqî a xwe nîşa tev cîhanê da.
Li dawiya hevdîtna li gel tora CBS ê, Mîrzadê s’ûdîyê behsa kuştina Cemal Xaşeqçî ê rojnamevan li wilatê Tirkiyê kir û got: agehiya wan ji planên kuştina Xaşeqçî tune bûn, lê weke Serkirdeyê s’ûdîyê ew xwe berpirsyar dibîne.