Encûmena ewlehiya Tirkiyê wê jibo kurîdora aştiyê bicive

Encûmena ewlehiya Tirkiyê wê jibo kurîdora aştiyê bicive

Encûmena ewlehî a netewî a Tirkiyê, îro roja duşemî wê bi seroktiya serokomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan bicive, ava kirina kurîdora aştiyê li bakûrê sûryê, mijara civînê ye.

Encûmena ewlehî a neteweî a Tirkiyê, îro wê li koçka seroktiya Tirkiyê bi seroktiya Receb Teyîb Erdogan wî civîna xwe a dewrî lidarxe û wê behsa hengavên avakirina herêma ewlehiyê a rojhilatê Firatê bke ku li Tirkiyê bi kurîdora aştiyê tê naskirin.

Serokomar, wezîrê parastina neteweî, wezîrê karên hundir û her wiha serokê saziya îstixbarata dewletê Mît û fermandar wê tevlî civîna encûmena ewlehiyê bibe.

Melefên kurîdora aştiyê li bakûrê sûryê, hereketên arteşa Tirkiyê li rojhilata Firatê û Îdlibê û her wiha têkilîyên Tirkiyê û emerîkayê wê di civîna encûmenê de were nîqaş kirin.

Encûmena ewlehî a neteweî a Tirkiyê li mehê carekê dicive, ewlehiya dewletê û dayîna şêwermendiyê jibo hikûmetê û standina biryaran, karê wê ê sereke ye.

Pustên heman beş