Cengeke tekalî wê li navçeyê rû bide

Cengeke tekalî wê li navçeyê rû bide

Ser wezîrê Iraqê, îro Îsraîl bi êrîşa ser pêgehên yekîneyên heşda millî sûçbar kir, lê belê behsa çi pêrabûn û bersivdayînekê nekir, hemwext û di mijara aloziya Emerîka û Îranê de, got: derfet heye cengeke tekalî li navçeyê derkeve holê.

Adil Ebdulmehdî ê ser wezîrê Iraqa federal jibo kenala Cezîreyê daxuyanî dan û wiha axvî: Îsraîlê êrîşa ser pêge û navendên yekîneyên heşda millî kirine amanc, lêkolînan ev yek pişt rast kirine.

Di mijara pirsgirêka kendavê û aloziya nêvbera Emerîka û Îranê de, ser wezîrê Iraqê dibêje: derfet heye cengeke tekalî li navçeyê ser hilbide, li navçeyê tu wilatek şer naxwaze, tenê Îsraîl nebe.

Ebdulmehdî her wiha hat ser mijara Îran û s’ûdîyê jî û got: wan di serdana xwe a s’ûdîyê de rayedarên Rîyazê pişt rast kirine ku ew rê nadin xaka Iraqê jibo çi êrîşekê were bikar anîn, Îran û s’ûdî amadene nîqaşê dest pê bikin, lê belê hîna niha derfeta wê yekê çênebûye.

Ser wezîrê Iraqê li hefteya bûrî serdana Erebistana s’ûdîyê kir û amadeya Iraqê jibo navgîniyê li navbera Rîyazê û tehranê de nîşan da.

Pustên heman beş