Spayê Pasdaran ku hêza sereke a komara Îslamî a Îranê ye, îro eşkere pilana dijî Îsraîlê û kiyana Sehyonî anî ziman û ji zarê fermandarê xwe got: “Fenakirina wê kiyana pîs amanceke meye”.
Fermandarê herî mezin ê spayê Pasdaran Hisên Selamî, îro roja sêşemî 1/10/2019an careke din hişyariyeke bi tiris da Îsraîlê û wiha axvî: jinavbirina Îsraîlê li gor pirensîpa şorişa Îslamî a Îranê, karekê serekeye, nexeweneka meye, lî belê amance û di karîn deye were kirin.
Hisên Selamî dibêje: “Fenakirina Îsraîlê û jêbirina kiyana Sehyonyetê a pîs ji cugrafya ya cîhanê, amanceke di 40 salên piştî şorişa Îslamî de”.
Dijatî a Îsraîlê û Îranê piştî şorişa Îslamî herî zêde tund bûye, bi awayekî ku pirensîpa şorişa Îranê dijatya wê têda tesbît buye.
Îsraîl ji bo jinavbirina Îranê dixwaze cengeke tekalî li navçeyê serhilde, lê belê bi nerîna Îranê, tenê Îsraîl wê di wê cengê de were wêrankirin.