Talîbanê 30 wezîfedarên ewlekariyê kuştin

Talîbanê 30 wezîfedarên ewlekariyê kuştin

Mîlîtanên tevgera Talîbanê îro êrîşeke berfireh kirine ser navçeyeke bakûrê Efxanistanê û zirarên canî ên mezin derketin holê.

Hat ragihandin ku li herêma Belx a bakûrê Efxanistanê di êrîşa mlîtanên Talîbanê de 11 polês hatin kuştin.

Munîr Ehmed berdevkê herêma Belxê daxuyanî da çapemenyê û diyar kir ku mlîtanan ji 4 aliyan re êrîşî navenda navçeya Şor tepeyê kirin û destnîşan kir ku di êrîşê da 11 polês hatin kuştin, ji bo berhingarbûna êrîşê gelek polês hatibûn şandin.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku di dema êrîşê de mlîtan ketin nav navçeyê.

Tevgera Talîbanê jî destnîşan kir ku di êrîşê de 30 wezîfedarên hêzên ewlekariyê hatin kuştin.

Pustên heman beş