Ebdulmehdî navgîniya Tehran û Riyazê dike

Ebdulmehdî navgîniya Tehran û Riyazê dike

Serok wezîrê Îraqa federal dest bi meşandina tekoşîna xwe a ji bo navgînî a Tehranê û Riyazê dike.

Hat ragihandin ku Adil Ebdulmehdî ê serok wezîrê Îraqa federal, di pilana wî de ye, li rojên dahatî de, biçe komara Îslamî a Îranê, weke destpêk jibo meşdandina tekoşîna navgîniya Tehran û Riyazê.

Di wê derbarê de, ofîsa Ebdulmehdî tu horgilî eşkere nekirine ku ev serdan wê çi demekê were pêk anîn, lê belê honek jêderên Tehranê di din xweya kirin ku serdan wê li rojên mayî ên vê heftiyê were kirin.

Adil Ebdulmehdî, li rojên bûrî serdana Erebistana Siûdiyê kir û bi rayedarên wê re soz daye ku ew rê nede xaka Iraqi bibe bingeha tu êrîşeke ser Siûdiyê.

Hemwext amadeya xwe a ji bo navgînî a navbera Riyazê û Tehranê de ragihand bû, ji bo ku pirsgirêk bi nîqaşê û aşitî were çareser kirin, taybet piştî bi dawî bûna lekolîna êrîşa ser şirketa Aramko ku Riyaz, Tehranê pê sûçdar dike.

Pustên heman beş