Hilbijartina seroktiyê li wilatê Cezaîrê îsal wê werin encam dayîn, yek ji namzedên vê hilbijartinê, Ehmed Şutrî ye, şêwirmendê taybet ê Sedam Hisên dîktatorê berê ê Iraqê.
Piştî aloziya mehên rabûrî li Cezaîrê û dûr kirina serokê wilat ‘Ebdul’ezîz Buteflîqe, komîta blind a serbixwe a hilbijartinan li 19 Sêptamberê, biryar da ku hilbijartina seroktiyê li 12 dîsambera îsal werin encam dayîn.
Komîta hilbijartinê herwiha formên kom kirina piştîvaniyê liser namzedên seroktiyê parve kirin, yek ji wan Ehmed Şutrî ye ku xwe weke namzedeke serbixwe dide naskirin.
Ehmed Şutrî li ser dema desthilatdariya rijêma Be’si a jinavçoyî, weke şêwirmendê Sedam Hisên bo çend salan kar kiriye, her wiha ciyê baweryê bû li cem Sedam.
Piştî ku xwe namzed kirî, Ehmed Şutrî daxuyanî da û got: jibo belav kirina bîrok û pirensîbên parta Be’si wî xwe bo serokatiya Cezaîrê namzed kiriye.
Her çend rijêma ‘Ebdul’ezîz Buteflîqe çalakiyên parta Be’si l Cezaîrê qedexe kirbû, Ehmed Şutrî amaje da ku ev hilbijartine derfeteke jibo vegerîna Be’sîyan ku weke ew dibêje: parta Be’si niha ji sercema 48 parêzgehîyan, li 30 parêzgehî ên Cezaîrê çalake û pêgeha xwe heye.