Li Hindistanê jiber baranê zêdetirî 1600 mirovan canê xwe ji dest da

Li Hindistanê jiber baranê zêdetirî 1600 mirovan canê xwe ji dest da

Li Hindistanê bi egera baranên gur ku ji Tîrmeha îsal dest pê kirine, zêdetir ji 1600 mirovan canê xwe j dest da.

Li gorî nûçeyên medya Hindistanê ku piştbestinê bi datayên hikûmetê dikin, îsal li wî wilatî zêdetir ji 1600 mirovan bi egera baranên gur ku ji Tîrmeha rabûrî dest pê kirine, canê xwe ji dest dayîne.

Ev hejmar bi himber kirin di gel 25 salên rabûrî bi mezintirîn hejmara qurbanî ên baran û lehiyê dihên zanîn ku gihiştine 1673 kesan.

Jiber vê barana gur hejmara herî zêde a mirovên ku canê xwe ji dest dayîne li wîlayeta Maharaştirayê ne ku hejmara qurbanîyan 371 kesin.

Hikûmeta Hindistanê da zanîn, herifîna dîwar û avahiyan jiber baranê, sedema serekî a mirina mirovan bû.

Barana gur ku li Asiya başûr di navbera mehên Tîrmeh û Îlonê da kartêkirina wê herî zêdeye, her sal dibe sedema rûdanên mezin ên mirinê.

Pustên heman beş