Hêzên ewlekariya beravan 720 koçberên bê destûr girtin

Hêzên ewlekariya beravan 720 koçberên bê destûr girtin

Hêzên ewlekariya beravan ên Tirkiyê bi sedan koçberên bê destûr li derya ya Îce desteser kirin, wan hewla derbas bûnê jibo Yonanistanê dikir.

Fermandariya hêzên ewlekariya beravan ên wilatê Tirkiyê di beyaneke nivîskî de belav kir, tîma wan şeva din pitir ji 720 koçberên bê destûr di derya ya Îce da desteser kirin ku hewla derbas bûnê bo aliyê Ewropa dikir, ew koçber di çend beleman de bûn.

Hat ragihandin koçberên ku hatine desteser kirin ên 3 rojên bûrî ne û ji wilatên Sûriya, Iraq, Libya û Bakûrê Afrîkayê ne.

Hêzên ewlekariya beravan ev çende jî xweya kir ku hinek koçberên din ên bê destûr hatîne desteser kirin, demê hewla çûna Ewropa bi mele kirinê kirîn.

Serokê Tirkiyê duh êvarê di mijara herêma Aram a rojhilatê Firatê da hişyarî dane Ewropa ku eger alîkarî jibo penaberên Sûrî ên li Tirkiyê nehên şandin, ew wê deryên çûna Ewropayê li wan Penaberan vekin.

Pustên heman beş