Serokatiya Rûsya federal, çûna supayê Tirkiyê jibo navçeya rojhilatê Firatê li bakûrê Sûriya weke mafekê wê wilatê temaşe dike.
Koçka serokatiya Rûsya federal kirimlênê, îro helwesta xwe li ser pilana Enqerê jibo avakirina herêma aram li navçeya rojhilatê Firatê a bakûrê Sûriya aşkera kir û çûna Tirkiyê jibo wê navçeyê weke maf dibîne.
Dêmêtrî Pîskof Berdevkê kirimlênê di wê derbarê de got: mafê Tirkiyê heye berevaniyê ji xwe bike, lê pêdivîye li dest pêkê yek parçeîya xaka Sûriyê parastî be.
Duh Receb Teyîb Erdogan di mijara herêma aram da hişyar da Emerîkayê û bi bîr anî ku ew wexta ku Enqerê ji bo Waşintonê destnîşan kirî bi dawî bûye, Enqere hengavên bi kiryar jibo herêma aram dixwazîe, eger ew hengav nebin, Tirkiyê wê yek alî livînê jibo rojhilatê Firatê bike.
Danustandina Enqere û Waşintonê jibo avakirina herêmeke aram li rojhilatê Firatê hatin kirin, lihevhatinek jî çêbûye, lê bi nerîna Enqere, Waşintonê hengavên cidî li vê derbarê de nînne.